Parlamenterê HUDA PARê Ramanli: Divê welatên Îslamê êdî dev ji naskirina şebekeya terorê wek dewletî berdin

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, bal kişand ku divê bi lez û bez rayedarên Îslamê dev ji naskirina naskirina şebekeya terorê wek dewletî berdin.

Ekleme: 24.10.2023 15:30:14 / Güncelleme: 24.10.2023 15:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, beşdarî mîtînga ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Edeneyê ji bo desteka Fîlîstînê hatibû lidarxistin bû, di mîtîngê de ji ÎLKHAyê re roportajê da û bang li welatên Îslamê kir.

“Divê dîplomatên sîyonîst bên dersînorkirin”

Ramanli di axavtina xwe de bal kişand ku divê welatên Îslamê êdî dev ji naskirina şebekeya terorê wek dewletî berdin û weha got, “Em li Edeneyê ne bi tevî birayên xwe yên Edeneyê ji bona ku zilma li Xezzeyê tê kirin telîn bikin û destekên xwe bidin birayên xwe yên Fîlîstînê li vê derê ne. Tiştên ku em dibêjin ji xwe Serokê me yê Giştî daxuyandibû. Gerek rayedarên welatên Îslamî bi lez û bez lê di zûtirîn dem de dev ji naskirina şebekeya terorê wek dewletî berdin. Divê bi wan re bi ti minasebetekî dîplomatîkî bikarneynin. Yên ku minasebetên wan ên dîplomatîkî hene jî bila wan minasebetên xwe qut bikin. Bila gazî dîplomatên xwe bikin û yên terorîstan jî dersînor bikin. Divê hemû dinya ji ev komkujîyê re li ser serê wan sîyonîstan mueyyîdeyan bikin û di vî warî de divê civaka navneteweyî rakin pîya.”

“Divê Fîlîstînîyan di doza xwe ya heq de tenê neynê hêştin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ger ku Neteweyên Yekbûyî an jî sazîyekî navneteweyî yê ku qeweta wî ji ev meseleyê re heye mueyyîdeyekî an jî qerarekî negire bila welatên Îslamê ev mueyyîde û qeraran bigrin. Bila li ser serê wan Embargoyan dêynin. Bila ji dewletên dinê yên ku vê embargoyê bicîh naynin re jî mueyyîdeyan tetbîq bikin. Divê Fîlîstînîyan di doza xwe ya heq de tenê neynê hêştin.”

“Berîya kêr hestî qul bike divê demildest gav bên avêtin”

Ramanliyê ku got ji bo drama însanî bê qedandin divê ji Filîstînê re qorîdarora alîkarîyê bê vekirin wiha li axaftina xwe zêde kir, “Tiştek jî neyê kirin  divê ji bo drama însanî bê qedandin qorîdorek alîkarîyên însanî bê vekirin û vê herbê bê sekinandin. Em vê banga xwe li Tirkîyeyê ji Birêz Serokomar û Serokên ku Welatên Îslamê îdare dikin re bi hev re dikin. Înşallah berîya ku kêr hestî qul bike, lewra kêr gihaştîye hestî, divê demildest van gavan bên avêtin. Li wê derê dramek însanî pêk tê. Genosîdek pêk tê, divê em xuşk û birayên xwe tenê nehêlin.” (ÎLKHA)