Li Xezzeyê 1 milyon û 400 hezar Fîlîstînî ji cîhê xwe bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku ji ber êrîşa asîmanî ya rejîma sîyonîst a îşxalker 1 milyon û 400 hezar Fîlîstînî ji cîhê xwe bûn.

Ekleme: 24.10.2023 11:15:33 / Güncelleme: 24.10.2023 11:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY (OCHA) derheqê bûyerê de daxuyanîyeke niviskî belav kir, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 1 milyon û 400 hezar Fîlîstînî ji cîhê xwe bûn.

OCHA, destnîşan kir hejmarê mirovên winda jî hezar heb in û tê fikirandin ku ew jî an mirine an jî di bin kavilan de ne.

OCHA, destnîşan kir dibe ku hejmara rast zêdetir be.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî diyar kir ku ji 7ê Cotmehê heta niha ji Xezzeyê re ceryan nehatîye dayîn, bi taybetî nexweşxane ji ber vê sedemê di nav re rewşeke xerab de ne û dûre weha got:

“Ji Xezzeyê re 20 tirên alîkaîrya însanî yên dinê jî hatin. Ji 21ê Cotmehê heta niha hejmarê van qamyonan gihaşt 54an. Berîya ev krîzê ji herêmê re 450 tirên alîkarîyê ketine û bi tevî wan tiran hêna jî gelek kêmasî hene.” (ÎLKHA)