Ji rayedarên HAMASê Omer Daragme di zindanên îşxalkeran bi sûîqestê hat şehîdkirin

HAMASê, diyar kir ku “Serokê Girtî yê Qehreman” Omer Daragmen di zindanên îşxalkeran de di encama sûîqestekî de hat şehîdkirin.

Ekleme: 24.10.2023 10:40:37 / Güncelleme: 24.10.2023 10:40:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Omer Daragme, di zindanên îşxalkeran de girtîyê îdarî bû.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Daragme di encama sûîqestekî de hatîye şehîdkirin û mesulê vê sûîqestê jî îşxalker in.

HAMASê, di daxuyanîyê de ji malbata şehîd re sersaxîya xwe şîyand û weha got, “Em ji girtîyên xwe re weed dikin ku wê di demekî nêz de ew ê bighêjin azadîya xwe, ew ê ji wan girtîgehên ku di nav de bêedaletî, îxmala tibbî û şîddet heye re xelas bibin.”

Ji girtîyan hinekî dinê jî sebr hat xwestin û weha hat gotin, “Digel hemû êrîşan em dixwazin ku hûn zanibin ew ê xelk û qehremanên berxwedanê heta ku wan hesinan bişkên wê li alîyê we bin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ew ê bi îzna Xwedê, bi alîkarîya Qassam û bi Tofana Eqsayê ya ku ji Xezzeyê dest pê kirîye wê di demekî nêz de hêvîyên girtî û malbatên wan bê bicîhanîtin. (ÎLKHA)