Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Em li alîyê Fîlîstînê ne, em li alîyê HAMASê ne

Berdevk û Parlameterê HUDA PARê Serkan Ramanli got, “Em ji li vê derê îlan dikin, em li alîyê Fîlîstînê ne, em li alîyê HAMASê ne, em li alîyê mezluman in, em ji zaliman re mihabbetê nakin, em ji zaliman re hezkirîyê nakin.”

Ekleme: 23.10.2023 13:15:41 / Güncelleme: 23.10.2023 13:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarîya Edene ya Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona desteka berxwedana Fîlîstînê li Edeneyê mîtîngek lidarxist.

Di mîtînga ku temsîlkarên partîyên sîyasî û sazîyên civakî jî beşdarî bûn de, qetlîamên rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê hatin şermezarkirin.

Berdevk û Parlamenterê HUDA PARê jî di mîtîngê de axavtinek kir û got, “Em li alîyê Fîlîstînê ne, em li alîyê HAMASê ne.”

“Emrîqa ji ev zilmê re destekê dide”

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Dilê me dêşê, dilê me xwîn diherikîne lê mixabin hemû dinya ji ev qîyîm, qetlîam û komkijîyê re midexeleyê nake. Li ber çavê dinyayê birayên me yên Misilman tênê qetilkirin. Helbet ev zilm ne îro ye, ev zilm û qetlîam 75 sal e didome. Emrîqaya zalim, xeddar û emperyalîst heta ji paş okyanûsan ji ev zilmê re destekê dide. Bi tevî desteka bi gotinê jî namîne, çekan dişîne, bombeyan dişîne û cebilxaneyan dişîne.”

“Misilmanan ne di nav yekîtî û hevkarîyê de ne”

Remanli di berdewama axavtina xwe de ev pirsê pirsî, “Ê temam, wê demê çawa dibe ku em nikarin qewet nişan bidin ku ev wehşeta sîyonîst bidin sekinandinê?” û dûre axavtina xwe weha zêde kir:

“Çîmkî em ji wehdetê dûr ketine. Çîmkî di navbera Misilmanan de yekîtî û hevkarî tineye. Binhêrin li serokên Emrîqayê û wan qatilan… rêveberên Yekîtîya Ewrupayê ên ku ji însanîyetê para xwe nesendine ji wan sîyonîstan re pişt didin lê hûn dibînin di paytextên Ewrupayê de, li wîlayetên Emrîqayê însanan derdikevin meydanan û wan meydanan tijî dikin. Hinekînsan hene ji Eceman re dibêjin ‘Ew ne ji mezheba we ne. Çi eleqeya we bi doza Fîlîstînê heye? Ji Kurdan re dibêjin ew der bajarekî Ereban e, ew der axekî Osmanîyan bû, çi eleqeya we bi li wê derê ve heye? Ji Tirkan re dibêjin ‘Ji xwe li wê derê bajarekî Ereban e, çi eleqeya wî axê bi we re heye? Paşê vedigerin û ji Ereban re jî dibêjin ‘Ew der meseleya Fîlîstînîyan e bi we çi dibe?’ herî dawîn ji Misilmanên li Şerîaya Rojavayê re jî dibêjin ‘Ev herb herba Hamasê ye, herba Xezzeyê ye, çi eleqeya wî bi we re heye? Lê binhêrin van sinifên însanan ku min wan jimartîye, hebo hebo yekîtîyê xera dikin, çima wisa dikin ? ji ber ku sîyonîstan bila bi rehetî îşxalê bike wn tiştan dibêjin, ji bona ku ew qetlîamên xwe bi rehetî bicîhbînin dibêjin. Ger ku ev qewmên ku min wan jimart werin cem hev wê çi bibe hûn dizanin? Lê binhêrin ew ê wek van kulmên ku li vê derê ne bibin û ew ê li ser serê îsraîla şebekeya terorê bibe wek horsê û li ser serê wan keve. Werin em tev bi hevre kulmên xwe rabikin, bi pîrektî û bi zilamtî, bi ciwanî û bi îxtîyarî em bibêjin ‘Lebbeyke ya Xezze, Lebbeyke ya Quds.’”

“Ev doz û herb, di navbera însanîyetî û sîyonîzmê de ye”

Ramanli dûre axavtina xwe weha berdewam kir:

“Ev doz tenê yê Xezzeyê nîne, ev doz tenê yê Fîlîstînîyan nîne, ev doz tenê yê Ereban nîne, ev doz tenê yê doza Tirkan anjî Kurdan jî nîne. Ev doz, ev herb û ev micadele herba ku di navbera însanîyetî û sîyonîzmê de ye.”

“Em li alîyê Fîlîstînê ne, em li alîyê HAMASê ne”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Xûşk û birayên min hûn ji xwe emînbin Tofana Eqsayê nîşan da ku ew MOSSADa ku dibêjin -heşa- her tiştî dibihîse û her tiştî dibîne, hêj nikare ber pozê xwe jî bibîne. Tofana Eqsayê ev tîştê ji me re îspat kir. Ew çeteya hov a ku gelek çekên wî heNe û bi her teknolokîyê di nav xwe de dihewîne, wek kirmorîyan belav dibe. Em tenê alîyê xwe dibijîrin û ji li vê derê îlan dikin: Em li alîyê Fîlîstînê ne, em li alîyê HAMASê ne, em li alîyê mezluman in, em ji zaliman re hezkirinê nîşan nadin û wan hez nakin. Werin em tev bi hev re ev duayê bikin û ji birayên xwe yên Fîlîstîn û Misilmanan re bi vê wesîleyê cardin destekê xwe nîşan bidin: Hesbunallah Wenî’mel wekîl, Nîmel Mewla we Nîmel Nesîr.” (ÎLKHA)