Serokê MHPê Bahçelî: Ger êrîşên li Xezzeyê nesekinin bila Tirkiye bi lez mudaxele bike

Bahçelî di platforma Xê ya medyaya civakî de der barê êrîşên rejîma îşxalker a li Xezzeyê de peyamek weşand.

Ekleme: 22.10.2023 10:45:45 / Güncelleme: 22.10.2023 10:45:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bahçelî diyar kir ku ji 7ê cotmehê heta niha 4 hezar û 385 xuşk û birayên Filistînî ji jiyana wan hatine derxistin û destnîşan kir ku ji wan 1756 zarok in û bi awayekî hovane hatine qetilkirin.

Bahçelî di weşana xwe de weha got:

“Ger ji îro pê ve di nava 24 saetan de agirbest pêk neyê, êrîş nesekinin, bombe li ser mezlûman bibarin, ez eşkere bi gelê xwe re parve dikim ku divê Tirkiye ji ber dîroka xwe ya tarîxî de bi lez bikeve nava tevgerê û di warê mirovî û olî de çi pêwîst be bike. Ev mîrasa me ye ku em mîsyona parastina Xezzeyê bi cih bînin.

Komara Tirkiyê amade ye ku Xezzeyê bike bajarê zarokên bextewar û bajarekî îslamî ku xwûşk û birayên me tê de di nav aramî û ewlehiyê de bijîn û ez bi Xwedê sond dixwim ku ew karibe vê yekê bike. Serokê me di têkoşîna xwe ya dîplomatîk a çalak û piralî de li kêleka neteweya Tirk û hemû bawermendan e.” (ÎLKHA)