Kolombiya: Êrîşa li nexweşxaneya Xezzeyê sûcê şer e

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro der barê êrîşa ku ji teref rejîma îşxalker a siyonîst ve li dijî Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî ya li Xezzeyê hat kirin de got: "Ev sûcê şer e ku divê li qada navneteweyî lêkolîn bê kirin."

Ekleme: 19.10.2023 10:30:40 / Güncelleme: 19.10.2023 10:30:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Petro, di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî de weha got:

"Êrîşa li ser nexweşxaneya Xezzeyê ku tê de zêdetirî 800 kesan canê xwe ji dest dan, di nav de personelên tenduristiyê, nexweş, birîndar û penaber û kuştina jin û zarokan, sûcekî şer e ku divê li ser asta navneteweyî bê lêkolînkirin. Êrîşa li dijî xelkê Filistînê ku xeleka herî qels a zincîrê ye, tu exlaqî nîne." (ÎLKHA)