Piştî qetlîama Baptist li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 3 hezar û 478an

Di qirkirin rejîma îşxalker a li dijî Xezeyê ya ji 7’ê Cotmehê û vir ve 3 hezar û 478 kes şehîd bûn û zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 18.10.2023 17:15:39 / Güncelleme: 18.10.2023 17:15:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker a siyonîst piştî jenosîda doh a li dijî Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî ku di encamê de herî kêm 500 kes şehîd bûn, bombebaranên xwe didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê hejmara şehîdên ku piştî êrîşên rejîma dagirker bi dest xistine eşkere kir. Li gorî vê yekê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di komkujiya li dijî Xezeyê de 3 hezar û 478 kes şehîd bûne û zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve hat tomarkirin ku di êrîşên li Şerîeya Rojava de herî kêm 62 kes şehîd bûne û 1300 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)