Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Eger Quds azad bibe wê însanîyet azad bibe

Serokê Polîtîkayên Ciwanan û Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di mitînga ji bo piştgirîya Tofana Eqsayê ya li Diyarbekirê hat lidarxistin de weha got: "Eger Quds azad bibe wê însanetî jî ji kolonyalîzmê rizgar bibe. Heta ku şebekeya terorîs a îşxalker hebe li ser rûyê erdê edalet pêk nayê û koletî bi dawî nabe."

Ekleme: 15.10.2023 16:35:37 / Güncelleme: 15.10.2023 16:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARê ji bo şermezarkirina qetlîamên rejîma siyonîst a îşxalker ku li Xezzeyê dike li Dîyarbekirê mitîngek li dar xist û piştgirîya xwe ya ji bo Operasyona Tofana Eqsayê ya berxwedanê li dar xist.

Di mîtîngê de Serokê Polîtîkayên Ciwanan û Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di berdewama axavtina xwe de weha got: "Silav ji kesên ku bi Operasyona Tofana Eqsayê re ji sîyonîstan re bûne bûne kabûsre be... Silav ji kesên ku di milên wan de zarokên wan yên hatine parçekirin hene û digel wêya jî Qudsê diparêzin re be… Û silav ji Ji hemwelatiyên min yê Diyarbekirî ên ku herikîn qadan û dilê wan bi Qudsê lêdixe re. Silava Xwedê li kesên ku bi can, beden piştgiriya Qudsê dikin be.”

Dinç bi bîr xist ku wan çend roj berê li Enqereyê bi Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê re li Meclisê hevdîtinek pêk anîne û wezîr ji wan re weha gotîye "Di piştî destpêka Operasyona Tofana Eqsayê de li dinyayê di ti cîhekî de çalakîyek tinebû, li Dîyarbekirê meş hat lidarxistin. Ev tişt me gelek kêfxweş kir.”

Dînç, ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Van meydanan micahîdên Fîlîstînê kêfxweş dikin, lê di heman demê de jî şebekeya terorê ya sîyonîstan û destekvanên wan diqehirîne.”

“Hereketa Tofana Eqsayê Yewmul Furqan e”

Dînç, diyar kir ku îro ji Dîyarbekir, Stenbol û ji çar aliyê Tirkiyeyê li vir in ji bo wehşeta li Eqsayê diqewimin ragihînin û got, li Filistînê sûcê mirovahiyê hatiye kirin; wî diyar kir ku sivîl, îxtiyar, jin û pitikên di destên wan de hatine qetilkirin.

Dînç, diyar kir ku rejîma îşxalker nexweşxane, ambûlans û karwanên alîkariyên mirovî jî bombebaran kir û bi hezaran ton bombeyan li Xezzeyê wêran kir û weha axivî:

“Şebekeya terorîst ev 75 sal in vê hovîtiyê dike. Gelê Filistînê ji bo ku xwe li ber xwe bide neçar ma ku îşxalkeran biherike. Lê ne wek dijminên xwe bûn. Ew zarok nekuştin. Operasyona Tofana Eqsayê teqîna hêrsa ku ji ber zilma 75 salan tê çêkirin e. Di meha dawî de Filistîniyan bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û welatên Îslamî dikin. Ji bilî şermezarkirinê kesî tiştek nekir. Dîrok; ew ê însanên ku li hember mirina pisîkek ya îşxalkeran radibin pîya lê li hember qetilkirina zarokên Fîlîstînê bêdeng dimînin bîrva neke.”

Dînç dûre weha got, "Operasyona Tofana Eqsayê Yewmu'l Furkan e. Nîşana eşkere ya heqîqetê ye. Micadeleya kujerên îşxalker û qehremanên ku li hemberî wan bersivê dide ye. Berxwedana parastina axên xwe yan li hember îşxalkeran e. Li alîyekî wehş û hovên ku hemû pîrozîyan xera dikin, li alîyekî dinê jî pîrek, zilam hetta zarok yên ku bi navê ummetê pîrozîyên Îslamê diparêzin hene. Li aliyekî kujerên ku xwedî çekên pir bi hêz in û piştgiriya vekirî ya bê şert û merc ji hêzên super distînin hene, li aliyê din gelê mezlûm ên bê ceyran, av, nan û derman mane hene. Li aliyekî sîyonîstên şebekeya terorê, li aliyê din jî gelên mezlûm hene. Lebbeyk Ya Eqsa.

Em ji bona ku alîyên xwe eşkere bikin di van meydanan de ne. Em tev li alîyê xelkê Fîlîstînê ne. Em bi malê xwe, bi canê xwe û bi ewlad û îyalên xwe dibêjin ku Lebbeyk Ya Eqsa.”

Meseleya Qudsê meseleya ummetê ye

Dînç dûre weha got, "Ji me re dibêjin dema behsa Qudsê tê kirin hûn çima nikarin li ber xwe bidin. Meseleya Qudsê pêşevanîya meseleya me ye. Quds rûmeta me ye. Quds ruhê me yê berxwedanê ye. Parastina Qudsê cîhada me ye. Meseleya Qudsê ne meseleya navbera Filistîn û Îsraîliyên îşxalkeran e, ew ne meseleya Ereb û Cihûyan e. Ne meseleya HAMAS û îşxalkerê Îsraîlê ye. Meseleya Qudsê meseleya îmanê ye, meseleya ummetê û hemû mirovatîyê ye. Eger Quds azad bibe dê mirovatî jî azad bibe û ji kolonyalîzmê rizgar bibe. Heta ku şebekeya terorê ya îşxalker hebe li ser rûyê erdê edalet pêk nayê û koletî bi dawî nabe. Em jî bi tevî mucahidên Qudsê ji koletiyê re dibêjin bisekine."

Dînçê ku ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Ey nevîyên Selaheddînê Eyyûbî, Eqsa milên xwe vekirîye li bêvîya we ye. Eqsa bêrîya bêhna we kirîye, wek ku dilê wî hatîye daxkirin nevîyên Selaheddîn digerin.” Dûre axavtina xwe weha zêde kir:

“Li Eqsayê cihên pîroz tên binpêkirin, namûs tên talankirin, zarokên biçûk tên qetilkirin. Ji hewa, erd û behrê bombe dibarin. Bombeyên fosforê tên bikaranîn. Sûcê mirovahiyê tê kirin. Ey neviyên Şêx Seîd, Quds bi hesreta we li benda we ye. Bi îftîrayên ku hûn belav dikin û bi ferasetên qirêj ên ku di medyayê da çêdikin hûn nikarin xwe paqij bikin. Erd û asîman şahidê zulma we ye. Dibe ku we pişta xwe spartibe Emrîqayê yan jî ji çekên wa re... Lê yên ku xwe dispêrin Xwedayê Rebbê erd û esmanan, wê te helak bikin. Tu xwe li pişta dara Gargatê veşêr bidî ew  dar nikare te rizgar bike.”

"Divê welatên îslamî gavên berbiçav û pêkan bavêjin"

Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Ey ciwan, dayîk, bavo! Niha her yek ji we Selahedîn e. Tu nobedarê Qudsê yî. Bi qelema xwe ya tûj Qudsê binivîsin. Bi helbestên xwe Qudsê di dil de binivîsînin. Qudsê bi firçeyên xwe li ser caw boyax bikin. Sirûda me wê bibe Quds.

Banga me ji welatên Îslamê û hemû mirovahiyê re; Divê welatên îslamî gavên berbiçav û bikêr biavêjin. Welatên xwedî wijdan saxlem divê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk û leşkerî bi şebekeya terorê ya siyonîst ra qut bikin û li ser wan mueyîdeyên berbiçav bên sepandin. Balyozê me yê Îsraîl ê îşxalker bê vegerandin, balyozê şebekeya terorê ya li Enqereyê bê dersînorkirin.

Divê welatên îslamî ji Emrîqayê û sîyonîstan re neftê nefiroşin. Siyonîst êrîşî pîroziyên hemû misilmanan dikin, sûcê mirovahiyê dikin û hemû rê û prensîbên însanî, exlaqî û hiqûqî binpê dikin. Divê hemû welatên Îslamê dev ji polîtîkaya bi navê 'normalîzekirinê' berdin. Divê hemû cîhana azad li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bike. Sibe dibe ku pir dereng be.

Ji bo zaliman bijî cehennem.” (ÎLKHA)