Li Dîyarbekirê mîtînga Tofana Eqsayê dest pê kir

Mîtînga Tofana Eqsayê ya ku ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin bi beşdarbûna bi hezaran mirovan dest pê kir.

Ekleme: 15.10.2023 14:05:41 / Güncelleme: 15.10.2023 14:05:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PAR, ji bona ku qetlîamên sîyonîstan a ku li Xezzeyê lidardixe telîn bike û ji bona ku ji birayên HAMASê û Qassamê re destekê bide li Dîyarbekirê mîtîngek lidardixe.

Ji Mîtînga ku li Meydana Îstasyonê tê lidarxistin re ji bajarên derdorê jî gelek mirov beşdarî bûn.

Mîtînga ku bi xwendina Quranê dest pê kir ew ê bi axavtina Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Mesulê Welatên Derve yê Yekîtîya Ewrupayê yê Hamasê Dr. Newaf Teqrurî, Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî wê axavtinek bikin.

Di Mîtîngê de ew ê Serokê Bajara Dîyarbekirê yê HUDA PARê Vedat Turgut, daxuyanîyeke çapemenîyê bike. Mîtîng bi merş û îlahîyan berdewam bike û wê bi dua kirina Serokê Karwana Şehîdan Omer Çelîk bi dawî bibe. (ÎLKHA)