Maduro ji Neteweyên Yekbûyî re: Komkujiya li dijî gelê Filistînê bisekinînin

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku qetlîama rejîma îşxalker a siyonîst li ser gelê Filistînê bê sekinandin.

Ekleme: 14.10.2023 12:05:43 / Güncelleme: 14.10.2023 12:05:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Maduro ji televîzyona dewletê re daxuyanî da û got, "Em wek Venezuela banga piştevanî û hevgirtina  bi gelê Filistînê re dubare dikin û rastiya Filistînê di bîran dixin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de agirbest bê tesîskirin, bombebarana li Xezzeyê bê rawestandin û muzakere bên kirin.”

Maduro got, "Em dixwazin qetlîamên ku li ser gelê Filistînê didomin rawestin. Em aştiyê dixwazin, em wekheviyê dixwazin û em çareseriya du dewletî dixwazin."(ÎLKHA)