Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş derheqê operasyona Tofana Eqsayê de peyamek belav kir

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, di peyama xwe ya derheqê operasyona Tofana Eqsayê de belav kir de weha îfade kir, “Em ji hemû dinyayê re îlan dikin ku em bi malê xwe, canê xwe û xwîna xwe li ba birayên xwe yên micahîd ên Fîlîstînê, HAMASê û Cîhada Îslamî ne û bi maddî û menewî çi ji destê me tê em ê hemû destekê bidin.”

Ekleme: 13.10.2023 15:15:42 / Güncelleme: 13.10.2023 15:15:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di peyema Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş ku derheqê operasyona Tofana Eqsayê de belav kir de weha hat gotin:

 

“Bîsmîllahîrrehmenîrrehîm

…Yên ku zilm kirine, teqez dê bizanin ka bi bal kû cihî û kîjan encamê ve vegerin. (Sûreya Şuarayê: 227)

 

Xwedê ji birayên me yên ku operasyona Tofana Eqsayê dikin û îdare dikin û dêyên wan ên ku ew ji bo van rojan mezin û perwerde kirine razî bibe. Gelek birayên me yên hafiz û qehreman di operasyonê de şehîd ketin, bila Rebbê min me bi tevî birayên me yên ku di vê pêvajoya me ya micadeleyê de şehîd bûne û bi wan şehîdan re di Hewz-ê Kewserê de bighîne hev.

 

Birayên min yên ciwan! Doza Mescîdî Eqsa û Qudsê dozekî alelade nîne. Mesleya Qudsê meseleyekî aqîdevî ye. Wehdeta ummeta ku ketîye nav îxtîlafan, perîşan bûye û belav bûye ew ê bi xwedîderketin û bihevrebûna Mescîdî Eqsa û Qudsê çêbibe. Cîhadkirina Misilmanan a ji bona vê dozê ferz e. Ji bona azadbûna Mescîdî Eqsa û Qudsê xwe amade bikin, bi maddî û menewî xwe hazir bikin. Bi şev rabin li qîyamê (nimêj) bisekinin û destê xwe ji Xwedê re vebikin, ji bona ku di rêya Qudsê de bibin leşkerekî, neferekî duayê bikin. Kefenên xwe yên spî li xwe bikin û derkevin meydanan. Di zanîngehên xwe û dibistanên xwe de civînan lidarbixin, ciwanan agahdar û şiûrkar bikin.

 

Xûşk û birayên min! Doza Mescîdî Eqsa û Qudsê esasa meseleya me ye. Secdeyên xwe dirêj bikin, destên xwe ji asîman re vebikin û bi tevî rondikan ji Rebbê xwe re lavayî bikin. Ji bona ku Xwedê ji micahîdan re alîkarîya xwe, nûsreta xwe bişîne û zeferê bide wan ji Xwedê re duayê bikin. Ev doza pîroz, di jîyana her ferdê vê welatê de bikin rojev. Xûşkên min! Zarokên xwe yên ku ji bona Mescîdî Eqsa û Qudsê ew ê cîhadê bikin wek salih, abid, alim û micahîdan perwerde bikin. Xûşkên we yên li Fîlîstînê zêde zêde zarokan tînin dinyayê da ku di rêya Xwedê de cotik an jî sêtik şehîdan bidin.

 

Ey ewladên ezîz ên Ummetê! Ji cîhadê re birevin, Heyya elel Cîhad, Heyya elel Felah! Bi teybetî jî kesên ku ji axên Fîlîstînê re cîran in û bajarên Îslamê ne, birayên xwe yên li Xezzeyê tenê nehêlin. Sînoran ji holê rabikin, fewc bi fewc biçin li wê derê, beşdarî birayên xwe yên micahîd yê Fîlîstînê bibin. Dem ne dema sekin û mazeretan e. Wek ava ku diherike rabin, bi coş bin, wan kesên ku wek wan sîyonîstên ku wek çopa li ser avê ne paqij û belav bikin. Rebbê me di Qurana Pîroz de weha dibêje: “(Gelî bawermendan!) Ma çi ji we bûye ku hûn di riya Xwedê de û ji bo rizgarkirina mêr û jin û zarokên muztezaf ên bindest şer nakin? Ew muste‘zefên ku dibêjin: Xwedayê me! Me ji vî welatê ku gelê wî zordar in derîne, xwediyekî ji cem xwe ji me re bişîne û ji cem xwe ji me re arîkarekî bişîne” (Nîsa:75)

 

Ey ewladên ezîz ên Ummetê! Ji bo Mescîdî Eqsa û Qudsê rabin Qîyamê, bi şîara an şehadet an jî zeferê ji alîkarîya birayên xwe yên micahîd ên Fîlîstînê re birevin û bazdin, ji bona rêyên ku hûn xwe ji wan re bighêjînin bibînin cehdê bikin. Li hember dijmina sîyonîst bi tevî Mîcahîdan mil bidin hev û herbê bikin, yên ku îmkana wan a herbê tineye, yên ku şertên wan ne miseîd e ji bona ku şert û îmkanan lidarbixin bikevin nav xîretê. Li hember sîyonîstan bibin wek Hz. Elî, Hz. Hemze, Hz. Ebu Ducane. Bibin Selehaddîn Eyyûbî û Qudsê azad bikin, ya herî kêm alîkarîyê bikin. Bibin wek Îzzeddîn Qassam, Şêx Ehmed Yasîn, Fethî Şîkakî, Yehya Eyyaş, Ebbas Musawî xof û tirsê bikin nav qelbê wan. Birayên me yên Xezzeyê layiq in, ger ku em jî layiq bibin ew ê Rebbê me ji sîyonîstan re Heyberê bide jîyandin. Tiştên ku hatine li ser Benî Qaynûqa û Benî Qureyza ew ê înşaallah Xwedê bîne li ser serê wan jî. Wan dîwarên beton ên ku dibêjin qey ew ê wan biparêze, înşaallah ew ê qubbeya wan yê hesin li ser serê wan xera bike. Resulê Xwedê selat û selam li ser wî be weha dibêje: Hûn mitleqe bi Cihûyîyan re wê herbê bikin. Ew ê herb ew qas bişîddet be ku, hetta kevir wê bibêje: Ey Misilman! Ev kesê ku di pişta min de ye Cihûyîyekî ye! were wî jî bikuje. (Muslîm, Fîten)

 

Xûşk û Birayên min! Bi tevî mal û canên xwe ji birayên xwe yên micahîd ên Fîlîstînê re bibin destek. Ew mistezefên ku li ser rûyê erdê ne. Ew îzzet û rûmeta Ummetê, wek îzzet, namus û rûmeta şexsên xwe diparêzin. Micahîdan bi çekan bi teçhîzat bikin, ji dê, pîrek, zarok û êtîmên wan ên ku li pey wan mane re alîkarîyê bikin. Hûn bibin wek Hz. Ebubekîr, Hz. Osman, Hz. Evdirrehman îbnî Ewf. Ew ê Rebbê min ji malê we re bereketê bike, li hemberê wî jî qet bi qet zêdetir wê bide we.

 

Sîyonîstan tirsonek in, pişta xwe didin Emrîqa û emperyalîstên dinê, wan digrin pişta xwe û li ser serê wan zarok, pîrek û îxtîyaran li ser serê wan Misilmanan bombeyê dibarînin, malên wan û welatên wan wêran dikin. Mehsulan û neslan didin ber agir. Hêvîkirina ji Emrîqayê ehmeqî ye, lewra îzzet û qewet encax yê Xwedê ye. Rebbê me di kitêba xwe de weha dibêje; Îzzet encax yê Xwedê, Resulê wî û muminan e. Feqet minafiq nikarin zanibin. (Munafîqûn: 8) Ger ku balafirên wan, fuzeyên wan, çekên wan yên konvansîyonel, bîyolojîk, kîmyewî hetta yê nikleer jî hebe, ê me jî îmana me heye. Îman qewet û nîmeta herî mezin e. Hinekan derdikevin dibêjin “Sîyonîst û Emrîqa ewqas bi qewet e, filan û bêvan, HAMAS û Cîhada Îslamî kîne ku li hemberî wan radibin pîya, operasyonê dikin?” Xûşk û birayên min! Axavtina bi mantiqa maddîyatê û nehesabkirina alîkarî û qudreta Xwedê  gineh e. Rebbekî me yê ku Qehhar e û qeweta wî ji her tiştî re qîm dike heye. Bi daxwaza wî, îradekirina wî û bi gotina wî ya ‘bibe’ wê her tişt di carekî de veguhere û berevajî bibe. Gelek civakên hindik û bêqewet, gelek civakên zêde û biqewet têk birine. Hûn hazirîyên xwe bikin, beşdarî cîhadê bibin, rêyên beşdarbûnê bigerin û dûre jî tewekkûlê Xwedê bikin.

 

Em wek Cemaata Hîzbullah ji temamê cîhanê re îlan dikin ku em bi mal û can û xwîna xwe li ba wan birayên xwe yên mucahid ên Filistînî, li ba HAMAS û Cîhada Îslamî ne û em dîsa îlan dikin em ê li gor qeweta xwe temamê destekên maddî û manewî bidin wan. Em banga cîhadê li temamê ferdên Misliman, cemaatên Îslamî, tarîqet, STK û welatên Îslamî dikin da ku ji bo Mescîda Eqsa û Qudsê cîhadê dikin. Îro êdî gotin qedîyane, êdî ne wexta gotinê ye, îro divê hemû kes rabe li ser pîyan.

 

Ey îdarevanên welatên Îslamê! Wan ixtilafên di nav xwe de û berjewendîyên xwe deynin alîyekî û ji cîhada Filistînê re di warê pere, çek û perwerdehîyê de alîkarîyê bikin û ji wan kesên ku dê biçin cîhadê re nebin asteng, wan perwerde bikin û derîyên sînoran vekin da ku ewladên ummetê ji bo xelaskirina Mescîda Eqsa û Qudsa ku di bin îşxala îşxalkeran de ye berê xwe bidin Filistînê. Ji wan siyonistan û ji Amerîkaya ku hamîyê wan e netirsin. Rebbê me xwedî hêz ku wan tarûmar bike.

Hasbunallah Nî’me–l Wekîl, Nî’me–l Mewla ve Nî’me–n Nesîr!

Birayê we Edîp Gumuş” (ÎLKHA)