HAMASê ji sazîyên xêr, tenduristî û lezgîn re bang kir

HAMASê ji bo Xezzeya ku di bin bomberdûmana siyonîstên îşxalker de ye banga lezgîn li saziyên alîkarî, tenduristî û xêrxwaziyê kir û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî bi lez mudaxele bike.

Ekleme: 12.10.2023 17:09:49 / Güncelleme: 12.10.2023 17:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hejmara şehîd û birîndaran li Xezzeyê ku ji ber kiryarên nemirovane yên siyonîstên îşgalker ceyran, av, derman û xwarinê nemaye, lê ji ber ambargo û bomberdûmanan ti derman ji bo dermankirina wan nemaye, zêde dibe.

HAMASê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da banga alîkariyê ji bo Xezzeya ku hejmara şehîdan lê zêde bûye kir weha got: "Şerê qetlîamê yê ku li Xezzeyê li dijî xelkê me yê Filistînê ji ber sûcê îşxala siyonîst hat destpêkirin, di roja xwe ya 6emîn de dewam dike. Ji sedî 60ê şehîdan jin û zarok in. Em radigihînin ku hejmara şehîdan derket 1354an, hejmara birîndaran jî derket 6 hezar û 49an, nêzî 330 hezar kes jî koçber bûn û sîstem hilweşiya ye.”

Di daxuyaniyê de HAMASê diyar kir ku wan bang li xizmetên tenduristiyê yên li Xezzê û hemû saziyên alîkarî, tenduristî û xêrxwaziyê yên li welatên Ereb û Îslamê û herêmê kir û weha got: “Civaka navneteweyî dê hemû pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî bike û xizmetên bijîjkî ji bo rizgarkirina zêdetirî du mîlyon welatiyên Filistînî ji kuştina sîstematîk û birçîbûna ku ji aliyê hikûmeta îşxalkera faşîst ve hatiye ferzkirin." (ÎLKHA)