Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr, bi tevî wezîrê berê yê Fîlîstînê bal li ser zilma Xezzeyê kişand

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di civîna çapemeniyê ya ku ligel Wezîrê Tenduristiyê yê berê yê Filistînê Besim Naîm de li dar xist, ji bo Xezzeya ku ji teref rejima îşxalker ve rastî qetlîamê hat kirin de bang li hikûmet û welatên Îslamî kir.

Ekleme: 12.10.2023 11:15:34 / Güncelleme: 12.10.2023 11:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr bi Wezîrê Tenduristiyê yê berê yê Filistînê Besim Naîm re li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Demîr diyar kir ku civîna çapemeniyê ya îro tenê ji bo rojeva Filistînê veqetandine û weha got: "Em li vir in ku der barê trajediya li wir de we agahdar bikin. Hemû mijarên ku em ê bibêjin wezîr birêz Besîm Naîm û hevalên wî anîne ziman. Li wir rewşeke pir trajîk heye."

Demîr diyar kir ku Xezze niha di bin dorpêça siyonîstan de ye û birayên wan ên Filistînî di rewşeke pir dijwar de ne û dûre weha got: "Rewşa heyî li Xezzeya ku zêdeyî 16 sal in di bin ablûqeyê de ye bûye sedema karesateke însanî ya mezin. Di van 5 rojên dawîn de sîyonîstan bi piştgirîya Emrîqayê êrîşên ku dikin gelek zêde bûne, li Xezzeyê bê sînor bombeyan dibarînin, jin, zarok û kal û pîr jî di nav de ne. Xeberek, di çapemeniyê de hat ragihandin ku bombeyên kîmyewî jî hatine bikaranîn. Rejîma siyonîst av û ceryana Xezzeyê jî qut kiriye. Santrala herî dawî ya kar jî ji îro pê ve girtî ye. Nexweşxane û yekîneyên lênêrînê yên giran in. Mixabin karwanê alîkariyên mirovî yên ku ji Misirê derdiket jî hat derbkirin. Bi eşkere ev sûcên şer in. Bi taybetî ez dixwazim balê bikişînim ser vê."

Demîr îfade kir ku li Xezzeyê birayên me yên ku nifûsa wan 2,5 milyonî zêdetir e ji nexweşxaneya herî mezin ya dinyayê re hatine girtin û li wî derê komkujîyekî tê lidarxistin.

Însanîyet li Xezzeyê ketîye nav sekeratê lê welatên Îslamê jî lij ber êv rewşê pasîf hereketê dikin, ev jî tişteke eyb û şerm e ku mirov pê fedî dike.

Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Emrîqa û Ewrupa piştgirîyê didin sîyonîstan re lê alema Îslamê bi temamî di nav bêdengîyê de ye.

“Berxwedana Fîlîstînê ji bo îzzeta ummetekî herbê dikin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bila bê zanîn ku ev herb ne herba HAMAS û îsraîlê ye. Ev herb ne herba Ereb û îsraîlê ye. Rejîma îşxalker a siyonîst li dijî tevahî umeta Îslamê û nirxên me yên pîroz şer îlan kirîye. Berxwedana Filistînê ji bo rûmeta hemû ummetê micadeleyê dike. Doza Qudsê û Mescîda Eqsayê dozên ku hemû ummeta Îslamê eleqedar dike ne. Mescîda Eqsayê Qibla me hemûyan a ewil e û Filistîniyên ku li wir bindest in birayên me ne. Hewl didin li ser navê me micadeleyê, şer, berxwedanekê bidin pêş.”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de bang li gel kir ku bila beşdarî bernameyên ku di roja Înê de bênê kirin bên kirin û ew roja Înê jî wek “Tofana Înê” îlan kirine.

“Pirsgirêka tenê û esil ya li Fîlîstînê ne îşxal e”

Demîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Divê Tirkîye ji bona ku qorîdora alîkarîya însanî li Xezzeyê vebibe û bi teybetî birîndar werin li Tirkîyê tedawî bibin teşebûsên ku hewcene bikar bîne. Divê ummeta Îslamê birayên xwe yên Fîlîstînê tî, birçî û bêderman nehêle. Li Fîlîstînê pirsgirêka esil û tenê îşxala sîyonîstan e û sûcdarekî tenê heye ew jî rejîma sîyonîst û alîgirên wan in. Lazim e ku ev bê zanîn. Îşxala sîyonîst, ne tenê ji bo Fîlîstînê, ji bo aştîya herêma me û dinyayê tehdîdeke mezin e. Ji ber vê yekê divê em hemûyan li hember ev tehdîdê di cîhekî de bisekinin, lazim e ku em tewreke hevpar nîşan bidin û van tiştan jî divê em bikin. Îro tiştê ku ji destê me tê ev e, divê em di warê alîkarîya ji bo birayên xwe yên Fîlîstînê de vê destek mehrum nekin.” (ÎLKHA)