Li Qeyserîyê di febrîqeyê de şewat derket

Li navçeya Melîkgazîya Qeyserîyê di nav febrîqeya mobîlyayan de şewat derket û ji ber şewatê dûman heta asîmanê bilind bû.

Ekleme: 11.10.2023 09:35:42 / Güncelleme: 11.10.2023 09:35:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, di febrîqeya mobîlyayê a ku li ser Ceddeya 10emîn a OSBya Qeyserîyê de pêk hat. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Şewata ku hêj sedema derketina wê nayê zanîn di demeke kurt de mezin bû û dûmanê ku ji agir derketin heta asîman bilind bû.

Ekîbên îtfaîyeyê dest bi xebata vemirandinê kirin û polês jî li herêmê tedbîrên ewlehîyê standin.

Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)