Tugayên Qassam, eşkelona ku di bin îşxalê de ye bi fuzeyan xemiland

Tugayên Qassam, ji bona ku xelkê Xezzeyê ji cîhê xwebûne û rejîma îşxalker êrîşî sîvîlan dike bi sedan fuzeyan ji Eşkalanê re şîyand û Eşkalanê bi fuzeyên Micahîdan xemiland.

Ekleme: 11.10.2023 08:55:33 / Güncelleme: 11.10.2023 08:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde, li hember hedefbûna sîvîlan a li Xezzeyê, di berîya seat 5an de bang kiribû ku bila xelkên sîvîl ji bajarê derkevin derve.

Bi dawîbûna wexta ku Qassam ji wan re dabû, Tugayên Qassam ji ber ku sîvîlên Xezzeyê ji cîhê xwe bûne bertekê nîşan bidin herekatekî fuzeyan dan destpêkirin.

HAMAS di hişyarî û daxuyanîya xwe de weha got, “Ger ku îşxal, dev ji polîtîqayên ji cîhkirina sîvîlan bernede heta ku Tugayên Qassam bajara Eşkelonê xera bike û herekata xwe bidomîne, dûre jî ew ê bi bajarekî dinê berdewam bike.”

Muxabîra El Cezîreyê Elias Karam ku li herêmê ye weha got, “Em bû çend sale li vê derê xeberan çêdikin lê ti dem tişteke ewakî nehatîye dîtin ku li Eşkelanê ewqas fuze hatine avêtin.”

Hat dîyarkirin ku çend fuze li bajar ketin. (ÎLKHA)