Hejmarê sîyonîstên ku mirine 1000î derbas kir

Di encama operasyona Tofana Eqsayê ku ji teref Tugayên Qassamê ve hatibû destpêkirin de hejmarê mirîyên sîyonîstan 1000î derbas kir, hejmarê birîndaran jî bû 2 hezar û 741 kesan.

Ekleme: 10.10.2023 14:20:39 / Güncelleme: 10.10.2023 14:20:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di roja 4emîn a operasyona Tofana Eqsayê de sîyonîstan zayîatên zêde didin.

Hat destnîşankirin ku hejmarê sîyonîstên îşxalker yên ku mirine 1000î derbas kir û hejmarê birîndaran jî bû 2 hezar û 741 kesan.

Ji teref Ebû Ubeyde ve jî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di çend cepheyan de bi sîyonîstên îşxalkeran re pevçûn berdewam dikin. Teşebûsên wan yên ku cîhên winda cardin bidestbixin neserfiraz bû. Micahîdên qehreman, serfiraz bûn ku wan qewirandin û ji wan hinekên wan jî kuştin.” (ÎLKHA)