Îsmaîl Heniye: Dijmin wê nikaribe şerma têkçûnê ji holê rake, ew ê bedêla sûcên xwe giran bide

Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyye diyar kir ku Filistîniyan planên siyonîstên îşxalkar ên ji bo ku xelk ji berxwedana wan a qehreman cuda bikin pûç kirin û got ku sîyonîstên îşxalkar nikarin şerma têkçûnê ji holê rakin û ew ê bedêlên sûcên xwe yên giran bidin.

Ekleme: 10.10.2023 13:25:40 / Güncelleme: 10.10.2023 13:25:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyye di roja 4emîn a Operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam ve hatiye destpêkirin de daxuyanî da û weha got: "Xelkê me yê Filistînê ya li Xezzeyê cardin nîşan da ku ew di merheleay micadeleya lehîya Mescîdî Eqsayê de ne, nîşan dan ku ew hunerên xwe yên berxwedan û derketina meydanê, di fedakirina tiştê ku bi qîmet û bi rûmet in de daxwaz in. Ew ji bo azadî û rûmetên xwe, planên neyar yê ku veqetandina xelkê a ji berxwedanê beredayî dikin.”

Heta şer neqede ew ê deftera êsîrên neyar neyê vekirin û ew ê bedelê wî jîfîyeta ku berxwedan qebûl bike be

Henîyye weha got:

“Dijmin wê nikaribe şerma têkçûna xwe ji holê rake û ew ê bedêlên sûc û terora xwe yên bide. Me ji hemû aliyên ku di warê êsîrên neyar de bi me re têkilîyê kirine re, da zanîn ku ev dosya heta ku herb neqede nayê vekirin û ew jî bi bedelekî ku berxwedanê qebûl bike wê bê gotûbejkirin. Tofana Mescîda Eqsayê, têkoşîna Filîstînê ya ji bo biryar û tetbîqatê ye. Ev jî baweriya me ya ku divê hemû gelê me bi taybet hêzên berxwedêr tevlî vê têkoşînê bibin kêm nake.” (ÎLKHA)