Miftîyê Lîbyayê li hember îşxalkeran banga cîhadê kir

Miftîyê Lîbyayê Şêx Sadiq el-Xeryanî, banga beşdarbûna ji operasyona “Tofana Eqsayê” ku Tugayên Qassam li dijî îşxalkeran daye destpêkirin kir.

Ekleme: 10.10.2023 11:40:36 / Güncelleme: 10.10.2023 11:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şêx Sadiq diyar kir ku bila xortên Lîbya, Urdin, Libnan û Sûrîyê beşdarî herba ku li dijî îşxalkeran tê kirin bibin, wî ji ciwanan xest ku bila barê li ser Xezzeyê sivik bikin.

Xeryanî, berxwedêrên ku li dijî îşxalkeran operasyonê dane destpêkirin wek, “Mirovên ku wek brûskê êrîşî neyaran dikin û pozê wan li erdê kaş dikin in.” Wesifand.

Xeryanî weha got, “Tofana Eqsayê li hember ev tiştê hatîye destpêkirin ku wan îşxalkeran bi kuçikên xwe diketin nav malên li Şerîaya Rojavayê û bi beheneya lêgerînê pîrekan tezî dikirin û wan pîrekan jî dikirin qîrînî.”

Şêx Sadiq, bang li micahîdan kir û weha got, “Li hember dijmin bisebr bin, hûnê li hember sebrê bighêjin zeferê.” (ÎLKHA)