Xebatên 13mîn a Pêşbirka Sîyerê dest pê kirin

Pêşbirka Sîyerê ya ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li giştîyê Tirkîyê tê lidarxistin îsal ew ê di 11ê Sibata sala 2024an de bê lidarxistin.

Ekleme: 09.10.2023 14:05:34 / Güncelleme: 09.10.2023 14:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku ew ê îsal ji mirovên ku di pêşbirkê de bikevin dereceyê re diyarîya umreyê wê bê dayîn, serlêdana pêşbirkê ew ê di navbera dîrokên 9ê Cotmehê û 22yê Çileya sala 2024an de bê kirin.

Serokê Komîsyona Weqfa Evîndarên Pêxember Hamdîn Aslan derheqê pêşbirka “Wî Bixwîne Wî Bijî” de agahîyan da û diyar kir ku ew ê pêşbirk bi çar kategorîyan wê bê lidarxistin.

“Em dixwazin dilekî yê ku jîyana Pêxemberê me nexwandîye bila nemîne”

Aslan hemû evîndarên Pêxemberan banga pêşbirkê kir û weha got, “Me ji bona ku ti xanî, rih û dil yên ku jîyana Pêxemberê me nexwendîye bila nemîne dest bi bernameyeke ewakî kir. Weqfa me ya Evîndarên Pêxember, ew ê pêşbirkekî bi şîara ‘Wî Bixwîne Wî Bijî’ ku ji bo armanca di civakê de belavbûna jîyana Pêxember xizmetê bike wê lidarbixe. Pêşbirka Sîyarê ya ku serlêdana wî ew ê heta 22yê Çileya 2024an berdewam bike wê di 11ê Sibata 2024an de roja Yekşemê bê lidarxistin.”

Aslan îfade kir ew armanc dikin ku Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) bidin hînkirinê û rêya naskirin û hînbûna Wî jî di xwendina jîyana Wî de derbas dibe.

Aslan destnîşan kir ger ku em bixwazin hem dinya hem jî axreta xwe bikin wek cenetê divê em di rêya Pêxember de biçin.

Kategorîyên pêşbirkê û kitêbên ku mirov jê mesul in:

Aslan derheqê kitêbên ku ew ê mirovên bikevin pêşbirkê jê mesul bibin de agahîyan da û weha got:

“Kategorîya Yekem: Xwendekarên sinifa 4em û 5em in

Kategorîya Duyem: Xwendekarên sinifa 6em, 7em û 8em in

Kategorîya Sêyem: Xwendekarên Lîseyê a sinifa 9em, 10em, 11em, 12em û xwendekarên ku di dibistanan de rûbirû naxweyînin û herî kêm di sala 2008an de hatine dinyayê.

Kategorîya Çarem: Yên dinê (Mirovên ku xeyn ji van kategorîyên ku hatine gotin) in

Kitêbên Pêşbirkê:

Kategorîyên Yekem û Duyem: Kitêba ‘Pêxemberê me yê ji Aleman re Rehmet e’ ku ji teref Nivîskar Abdullah Ayyildiz ve hatîye nivîsandin û ji weşangerîya Semereyê hatîye weşandin.

Kategorîyên Sêyem û Çarem: Kitêba ‘Mînaka Herî Xweşik Hezretî Muhammed’ ku ji teref Nivîskar Îbrahîm Dagilma ve hatîye nivîsandin û ji weşangerîya Semereyê hatîye weşandin in.”

Şert û agahîyên giştî yên serlêdanê:

Aslan diyar kir ku karên serlêdana pêşbirkê di navbera 9ê Cotmeh û 22yê Çileya 2024an de wê li ser http://peygambersevdalilari.com bê kirin:

“Cîh, dîrok û seata pêşbirkê; Pêşbirk, di navendên pêşbirkê yên ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li ser sîteya http://peygambersevdalilari.com bê weşandin de di 11ê Sibata sala 2024an de roja Yekşemê di seat 11.00an-12.30yan de di yek rûniştinê de wê bê lidarxistin.

Di pêşbirkê de 2 kitêbok yên wek A û B ye ew ê hebin. Di kitêbokên ya yekem û duyemîn de ew ê 60 pirs hebin û wê 90 deqîqe bêdayîn, ji bo kitêboka 3yem û 4emîn jî ew ê 75 pirs bên pirsîn û ji bo vêya jî wê 90 deqîqe bê dayîn.”

Diyarîyên pêşbirkê:

Aslan derheqê diyarîyan de jî weha got,

“Diyarîyên me ewakî ne:

Ji bo kitêboka yekem: Wek Leptop, pisqilêt, tablet, seata bi aqil ew ê 400 diyarî bên dayîn.

Ji bo kitêboka duyem: Wek Leptop, pisqilêt, tablet, dron û teleskopan 600 diyarî.

Ji bo kitêboka Sêyem: Wek Umre, leptop, zêra çarik, tablet, drone û teleskop 152 diyarî.

Ji bo kitêboka Çarem: Wek Umre, leptop, zêra nîv, zêra çarik û setaên biaqil 153 diyarî.” (ÎLKHA)