Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Divê sîyonîstên ku ji HAMASê direvên neynê Tirkîyê

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, derheqê sîyonîstên ku ji HAMASê direvin û tênê Tirkîyê re û sîyonîstên ku li Tirkîyeyê ne û dixwazin Tirkîye ji rejima sîyonîst re alîkarîyê bike de bang li hikumetê kir.

Ekleme: 09.10.2023 09:55:34 / Güncelleme: 09.10.2023 09:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Demîr, li ser medyaya civakî weşanek belav kir û bang li hikumetê kir, Demîr di weşana xwe de weha got:

“Banga me ji Hikumetê re ye; Divê sîyonîstên ku ji tirsa Hamasê direvin neynê Tirkîyê. Ji sîyonîstên ku li Tirkîyê dijîn re û ji sîyonîstên ku ji berê ve hemwelatîya Tirkîyeyê standine re jî ji bona ku bi dildarî birayên me bikujin biçin axên Filistînê re îzîn neyê dayîn.”

Hatibû daxuyandin ku gelek sîyonîst ji Operasyona Tofana Eqsayê direvin û diçin balafirgehan û ji li wê derê jî dixebitin ku xwe bighêjînin welatên wek Tirkîye û yên dinê. (ÎLKHA)