Li Japonyayê bi lerza 6,6an erdhej

Li peravên Girava Torîşîmaya Japonyayê di mezinahîya 6,6an de erdhejek pêk hat.

Ekleme: 05.10.2023 09:05:35 / Güncelleme: 05.10.2023 09:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa Metorolojîya Japonyayê, daxuyand ku navenda erdhejê Girava Torîşîmaya Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Li gorî seatên mehellî erdhej di seat 11.00an de 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Ji bo Komgiravên Îzuyê jî di bilindahîya 1 metreyî de hişyarîya tsunamîyê hat dayîn.

Komgiravên Îzuyê, li başûrê Tokyoya payteyxt e. (ÎLKHA)