Partîya Cemaatî Îslamî ya Libnanê HUDA PARê zîyaret kir

Serokê Daîreya Karên Sîyasî ya Partîya Cemaatî Îslamî ya Libnanê Elî Ebu Yasîn, Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam zîyaret kir.

Ekleme: 04.10.2023 11:05:36 / Güncelleme: 04.10.2023 11:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Daîreya Karên Sîyasî ya Partîya Cemaatî Îslamî ya Libnanê Elî Ebu Yasîn ku ji bo sempozyomek û hinek zîyaretan hatibû Tirkîyê, ji bo naskirinê û danûstandina fikran , Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam zîyaret kir.

Alîkarê Serokê Giştî û Mesûlê Minasebetên Derve yê HUDA PARê Mehmet Eşîn jî di hevdîtinê de amade bû, di hevdîtinê de derheqê meseleyên wehdeta ummeta Îslamê û çareserîya pirsgirêkan de danûstandina fikran hatin kirin.

Di hevdîtinê de bal hat kişanidn ku divê di navbera partîyên sîyasî de dîyalog bên biqewetkirin û partîyên sîyasî ya welatên Îslamê jî zêdetir hevdu bibînin û zîyaretan bikin. (ÎLKHA)