Elîyev û Paşînyan ew ê li Spanyayê bicivin

Serokwezaretiya Îspanya û Ofîsa Koordînasyona Serokatiya YEyê ragihand ku tê plankirin ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Granada ya Spanyayê ku dê di 5ê cotmehê de 3yemîn Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê (AST) bê lidarxistin, bicivin.

Ekleme: 03.10.2023 09:05:37 / Güncelleme: 03.10.2023 09:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezaretiya Îspanya û Ofîsa Koordînasyona Serokatiya Dem a YEyê ragihand ku wisa xuya dibe Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz beşdarî civîna navbera Eliyev û Paşînyan bibin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku YEye "di çareserkirina pirsgireken di navbera Azerbaycan û Ermenistane da naxwaze bibe navbeynkar, belkî dixwaze aştiyeke mayînde, adil, serweriya neteweye diparêze û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere." (ÎLKHA)