Li Burkîna Fasoyê teşebûsa derbeyê

Hikûmeta Burkîna Fasoyê, daxuyand ku di 26ê Îlonê de teşebûseke derbeyê ya neserfiraz hat kirin.

Ekleme: 28.09.2023 10:50:33 / Güncelleme: 28.09.2023 10:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku li serwîsên ewlehî û îstîxbaratê ya Burkîna Fasoyê, teşebûsa derbeyê berteref kirin.

Hat ragihandin ku derheqê bûyerê de gelek kes hatin binçavkirin, lê derbe ji teref kê ve hatîye kirin nehat daxuyandin.

Li Burkîna Fasoyê artêş, rewşa ewlehîyê sedem nîşan dabû û di Îlona 2020an de dest dabû li ser desthilatdarîyê. (ÎLKHA)