Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo malbatên mihtac kermesê lidardixe

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan fealîyetên alîkarîyê lidardixe, di navbera 2-8ê Cotmehê de ji bo malbatên mihtac di Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê de ew ê kermesek lidarbixe.

Ekleme: 27.09.2023 11:40:38 / Güncelleme: 27.09.2023 11:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xebatên Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo malbatên mihtac berdewam dike.

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku ji bo mihtacan fealîyetên alîkarîyê dike, armanc dike ku ew bi vê kermesa ku lidarbixin xwe ji hezaran malbatan re bighêjînin.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz derheqê kermesê de axivî û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetê kermesa ku wê li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê li navçeya Kayapinara Navend bê lidarxistin kir.

“Ji kermesa em ê lidarbixin re hemû xelkê xwe yê Dîyarbekirê dawet dikin”

Karadenîz weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê her sal di Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê de di navbera 2-8ê Cotmehê de ji bo xêra êtîm, mexdûr û bêkesan kermesek lidardixin.”

Karadenîz di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê di kermesê de şîva malê hebe, cil û bergên zarok, jin û mêran, sol, tiştên ziccacîye, betanî, xalî, amûrên qirtasîyeyê û xwarin hebin, wî bal kişand ger ku bê xwestin ji dikandaran re jî ew ê di alîyê xwarinê de xizmeta serwîsê wê bê dayîn.

Karadenîz di axavtina xwe de weha got, “Em ji bona ku lazimatîya malbatên êtîm û mexdûran temîn bikin di navbera xêrxwaz û malbatên feqîr de daîma wezîfeya pirê dibînin û em ê ev xebatên xwe jî berdewam bikin.”

Karadenîz di dawîya axavtina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê gazî kermesê kir, “Em hemû xelkê xwe yê Dîyarbekirê gazî kermesa xwe ya ku di navbera 2-8ê Cotmehê de tertîp bikin dikin. Ji niha ve Xwedê xêra xêrxwazên ku ji kermesê re alîkarîyê bikin razî be. Rebbê min bila xêra wan qebûl bike.” (ÎLKHA)