Ji Yapicioglu peyama Şeva Mewlûdê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, daxwaz kir ku bila salvegera hatina dinyayê a Hezretî Pêxember (selat û selam li ser wî be) ji jîyankirin û fêhmkirina sinnet û peyama wî re bibe wesîle.

Ekleme: 27.09.2023 10:15:05 / Güncelleme: 27.09.2023 10:15:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî bi minasebeta Şeva Mewlûdê peyamek belav kir.

Yapicioglu di serê Peyama xwe de  bi ayeta (Muhammed, 47/32) ku dibêje “Bêguman ew ên ku bawerî neanîne û wan riya Xwedê li ber xelkê girtiye û piştî ku hîdayet ji wan re diyar bûye, wan dijraberiya pêxember kiriye, ew ê tu zerarekê negihînin Xwedê. Hal ev e ku Xwedê dê kirinên wan pûç bike.” Destpêkir.

Yapicioglu ji peyama xwe re weha berdewam kir:

“Bila salvegera wîladeta Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) yê ku ji bo aleman re bi rehmet hatîye şîyandin ji fêhmkirin û jîyankirina sinet û peyama wî re bibe wesîle. Selat û Selam li ser wî Nebîyê be… Xwezî bi wan kesên ku di rêya wî de dimeşin, ji wan kesên ku li ser îman û îstîqametê ne re…” (ÎLKHA)