Li Yemenê êrîş li ambûlansa ku leşker têde bûn hat kirin: 4 mirî

Di encama êrîşa bombeyî ya ku pê leşker hatin hedefgirtin de 4 leşker canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.09.2023 17:15:36 / Güncelleme: 24.09.2023 17:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li parêzgeha Şebwaya li başûrrojavaya Yemenê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dema derbasbûna ambûlansa ku têde leşker hebûn de teqîneke mezin pêk hat.

Di encama bûyerê de 4 leşker canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)