Karwana Hêvî li Efxenistanê ji bi sedan malbatan re goştê sor belav kir

Weqfa Kerwana Hêvîyê li bajarê Kabîla Efxenistanê goştê sor li bi sedan malbatan belav kir.

Ekleme: 22.09.2023 16:35:37 / Güncelleme: 22.09.2023 16:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Kerwana Hêvîyê li Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê çalakiyên xwe yên xêrxwaziyê didomîne.

Weqf bi piştgiriya xêrxwazan li welat hejmareke mezin ji çalakiyan wek belavkirina xwarin, goşt sor û avakirina mizgeftan pêk tîne.

Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran diyr kir ku ew dixwazin ku ji gelek însanan re van alîkarîyan bighêjînin.

Cengîz Kurtaran di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de weha got: "Îro roja şeşemîn e ku em li Efxenistanê ne. Belavkirina alîkariyên ku xêrxwazên ji Tirkiyeyê hatine dayîn didomînin. Em ê îro ji xwendekarên dibistanên Kabîlê re alîkarîya goştê sor belav bikin. Xwedê ji wan razî be. Bi rastî hewcedariya însanên li vê derê pir zêde ye.” (ÎLKHA)