Serokkomar Ergodan, bi Netenyahuyê îşxalker re hevdîtinê kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li bajara New Yorkê, bi Binyamîn Netahûyê bireveberê rejima îşxalker a sîyonîst re hat cem hev.

Ekleme: 20.09.2023 10:55:31 / Güncelleme: 20.09.2023 10:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ku ji bo Komîtîya Giştîya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî li bajara New Yorka Emrîqayê ye, di mala Tirkan de bi Binyamîn Netahûyê bireveberê rejima îşxalker a sîyonîst re hat cem hev.

Erdogan, derheqê hevdîtinê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Me di çarçoveya zîyareta me ya li Komîtîya Giştîya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de bi serokwezîr Binyamîn Netahûyê re hevdîtinek lidarxist. Bila îstîşareyên me ji bo welatê me û ji bo herêmê bi feyde be.” (ÎLKHA)