Ji xwendekarên erdhejzede mînakek herî xweşik

Xwendekarên erdhejzede yên ku li Semsûrê li Mekteba Navîn a Îmam Xatîp a Proje ya Anadoluyê dixwînin ji wan kesên ku di erdheja Mexrîbê de zirar dîtin re alîkarî, berhev kirin û ji wan re şandin. Xwendekar û midûrê mektebê derbarê mijarê de gotin halê ketîyan ên ketî dizanin.

Ekleme: 19.09.2023 14:40:32 / Güncelleme: 19.09.2023 14:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mexrîbê berî 11 rojan di mezinahîya 7an de erdhejeke mezin pêk hatibû û erdhej li welat bûbû zirar û hilweşîneke mezin.

Ji ber vê yekê ji çar alîyê erdnigarîya Îslamê ji Mexrîbîyan re alîkarî hat şandin.

Yek ji van xebatên alîkarîyan jî li bakurê welat li bajara Semsûrê hat kirin.

Xwendekarên erdhejzede yên ku li Semsûrê li Mekteba Navîn a Îmam Xatîp a Proje ya Anadoluyê dixwînin ji wan kesên ku di erdheja Mexrîbê de zirar dîtin re alîkarî berhev kirin û ji wan re şandin.

Xwendekarên mektebê yên ku xebata alîkarîyê ji bo fasîyan dan destpêkirin derbarê mijarê de gotin ku herî baş em bi halê xuşk û birayên xwe yên fasî dizanin; lewra erdhejeke mezin bi ser me de jî hat. Ji ber wê yekê me di nav xwe de li mektebê alîkarî berhev kir û ji xuşk û birayên xwe yên fasî re şand.

Midûrê Mekteba Navîn a Îmam Xatîp a Proje ya Anadoluyê Gaffar Îzîcî jî  derbarê mijarê de got halê ketîyan ên ketî dizanin û derbarê xebata ku li mekteba wan ji teref xwendekaran ve hat kirin de nirxandinan kir.

Îzîcî weha axivî, “Bi taybetî ez dixwazim di pêşîya axavtina xwe de ji Mexrîba ku erdhej li wê derê rûda û Lîbyaya ku felaketa lehîyê pêk hat re ji bo wefatîyan ji Xwedê daxwazîya rehm Bikim. Me jî di 6ê Sibatê de erdhejek jîyan kir. Bi rastî jî wê rojê wek provaya qîyametê bû. Xwendekarên me jî xizmên xwe winda kirin, ew jî heman rewşê jîyan kirin. Hatin cem me û ji me re gotin ku em ji birayên xwe yên Mexrîbî û Lîbyayî re dixwazin ku alîkarîyê bikin. Xercaneyên xwe kom kirin û ji birayên xwe re şîyandin. Me jî ev dawxazîya wan neşikand.” (ÎLKHA)