Karwana Hêvîyê li Efxenistanê ji xwendekarên qîz ên mihtac re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Karwana Hêvîyê li Efxenistanê di roja duyemîn de jî ji xebatên xwe re berdewam kir. Bi destpêkirina sala perwerdehîyê de Weqf, ji xwendekarên mihtac re alîkarîya qirtasîyeyê kir.

Ekleme: 19.09.2023 10:15:31 / Güncelleme: 19.09.2023 10:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lazimatîya xwendekarên ku di Medreseya Ummu Hatun Mumînin de perwerdehî dibînin ji teref Karwana Hêvîyê ve hat temînkirin.

Hat destnîşankirin ku di medreseyê de ji 350 xwenkedarên êtîm û sêwî yên qîzîn re amûrên qirtasîyeyê hat belavkirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, derheqê xebatê de agahîyan da û weha got, “Em di roja xwe ya duyemîn a li Efxenistanê de li medreseyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin. Em wek Karwana Hêvîyê, di çarçoveya projeya qirtasîyeyê de ji bo sala hînkirin û perwerdehîya 2023-2024an, amûrên qirtasîyeyê yên ku xêrxwazên me dane me li Efxenistanê di medreseyan de ji xwendekarên qîzîn re belav dikin. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku alîkarîyê kirine razî bibe.” (ÎLKHA)