Wesayîta di qonwoya dîlanê de teqle avêt: 5 birîndar

Li Agirîyê wesayîta bi plaqeya 04 AP 412 ya ku di bin îdareya M.A. de bû teqle avêt. 5 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Ekleme: 17.09.2023 13:09:50 / Güncelleme: 17.09.2023 13:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza di seat 10.20an de pêk hat.

Wesayîta ku di bin kontrola M.A. de bû û ji navenda Agirîyê diçû navçeya Xamûrê, li alîyê Seleheddînî Eyyûbîyê kontrola xwe winda kir û li refûjê qelibî.

Di encama qezayê de wesayît ji rê derket û teqle avêt. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê birîndarên M.A., Y.A. (24), G.A. (22), M.A. (49), S.A. (23) birin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn rewşa M.A. giran e û tedawîyên dinê jî berdewam dike.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)