Karwana Hêvîyê li Dîyarbekirê ji 500  malbatan re goştê sor û xwarinê belav kir

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku di navbera dewlemend û feqîran de wezîfeya pirê bi cîh tîne, li bajar ji 500 malbatan re alîkarîya xwarinê, ji 150 malbatan re jî 2 kîlo goştê sor belav kir.

Ekleme: 17.09.2023 11:20:32 / Güncelleme: 17.09.2023 11:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Komeleya Dîyarbekirê ya Karwanê Hêvîyê Abdurrahîm Karadenîz, derheqê xebatê de agahîyan da û weha got:

“Em wek Karwana Hêvîyê bi alîkarîya xêrxwazan xebatên xwe yên ku di meha Îlonê de kirîye ji raya giştî re parve dikin. Me vê mehê ji 500  malbatên xwe re xwarinê yanê zexîreyê belav kir, ji 150 malbatên xwe re jî herêka 2 kîlo goştê sor belav kir. Ji xwendekarên ku dest bi dibistanê kirine re jî alîkarîya qirtasîyeyê kirîye û wan alîkarîyên me hêna jî berdewam dike. Ev alîkarîyan helbet bi desteka xêrxwazan tê kirin. Ez bi vê wesîleyê bi navê Karwana Hêvîyê û malbatên mihtac ji xêrxwazan re teşekur dikim. Xwedê Teala alîkarîya we û xêra we qebûl bike û ji malê we re jî bereket bike înşeallah.” (ÎLKHA)