Nîqaşên derbarê mulaqatê de

Wezîrê perwerdehîyê yusuf tekîn de rbarê mulaqatên mamostetîyê de destnîşan kir, di tayînan de ji sedî 50 kpss û ji sedî 50 mulaqat tesîrdar be û ji bo tayînkirina mamosteyan ew ê li 30 bajaran navendên mulaqatê bê damezrandin.

Ekleme: 16.09.2023 14:55:33 / Güncelleme: 16.09.2023 14:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehîyê derheqê nîqaşên mulaqatê de daxuyanîyeke nû da.

Tekînê ku beşdarî bernameyeke televîzyonê bû got: “Mamosteyên me li gor sîstema mewcûd bi pûanên KPSS û bi mulaqatê tên girtin. Mamoste a niha bi skorên mulaqatê ya ji sedî 100 tên girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin sîstemê bikin 50 û 50. Yanî em dixwazin di tayînan de ji sedî 50 KPSS û ji sedî 50 mulaqat tesîrdar be.”

Wezîr Tekîn di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ew ê li 30 bajaran navendên mulaqatê jî bidamezrînin û wiha got: “Ew ê li 30 bajarên mezin mulaqat bên kirin. Em ê di mulaqatê de ji mamosteyan re bibêjin dersê bidin me. Me ji bo her mamosteyekî xwe pirsên cuda li ser sîstema elektronîk amade kir. Em ê bi van pirsan qabilîyeta wî biceribînin. Kesê namzed di mulaqatê de çi gotibe ew ê karibe wan not bistîne  û teslîmî me bikî. Em ji pêşnîyaran re vekirîne da ku ev sîstem pêşve biçe.”(ÎLKHA)



Etiketler: