NY: Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e

Temsîlkarê Taybet ê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî Abdoulaye Bathilyê ku got Lîbya bi tena serê xwe nikare ji bin barê vê lehîyê rabe destnîşan kir “Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e”.

Ekleme: 16.09.2023 10:40:36 / Güncelleme: 16.09.2023 10:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdoulaye Bathilyê Temsîlkarê Taybet ê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî  di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir gelê Lîbyayê di vê qonaxa lehîyê de bûye yek û xwedîtî li hev kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir “Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e. Lîbya bi tena serê xwe nikare ji bin barê vê lehîyê rabe.”

Bathily di berdewama xwe de ji wan welatên ku ji Lîbyayê re destê alîkarîyê dirêj kirine re teşekkur kir.

Li Lîbyayê ji ber lehîya ku rabû nêzî 11 hezar kes canê xwe ji dest dan û nêzî 20 hezar kes jî winda bûn.(ÎLKHA)