Li Bangladeşê ji ber Hummaya Dangê 778 kes mirin

Hat diyarkirin ku li Bangladeşê ji serê salê heta niha 778 kes ji ber taya dengeyê mirin.

Ekleme: 15.09.2023 17:30:33 / Güncelleme: 15.09.2023 17:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê ya Bangladeşê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li welat ji serê salê heta niha 778 kes ji ber taya dengê mirine û hejmara pêketiyan jî derket 157 hezar û 172an.

Hat diyarkirin ku ji ber ku welat ne xwediyê siyaseteke domdar e û nayê zanîn nexweşî çawa tê dermankirin ev nexweşî zêdetir belav bûye.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ev hejmar bi rastî pirtir in lê bi rast nehatine ragihandin.

Berê, di salekê de hejmara herî zêde ya mirinên ji ber taya dengê li Bangladeşê wekî 281 di sala 2022 de hate tomar kirin. (ÎLKHA)