Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Krîtera serfirazîya perwerdehîyê perwerdekirina însanekî baş e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê sala xwendinê ya 2023-2024an de peyamek weşand û weha got, "Her çend di makeqanûnê de tê gotin ku perwerdeya seretayî li dibistanên fermî mecbûrî û bêpere ye, lê perwerde ji bo malbatên ku di tengasiya aborî de dijîn dibe barekî mezin. "

Ekleme: 11.09.2023 17:25:38 / Güncelleme: 11.09.2023 17:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê sala perwerdehiyê ya nû de peyamek weşand û xwest ku sala perwerdehiyê ji xwendekar, mamoste û dêûbavan re bibe wesîleya xêrê.

Yapicioglu destnîşan kir ku krîtera sereke ya serfirazîyê ew e ku di parvekirina xwe de mirovekî baş mezin bike û weha got:

“Hêvî dikim sala nû ya xwendinê, ku îro dest pê kir, ji bo zêdetirî 20 milyon xwendekar û zêdetirî 1 milyon mamosteyan serketî be.

Divê em ji bîr nekin ku krîtera serfirazîya perwerdehîyê perwerdekirina însanekî baş e.

Ji aliyê din ve, her çend di Destûra Bingehîn de tê gotin ku perwerdeya seretayî li dibistanên dewletê mecbûrî û belaş e, lê perwerde ji bo malbatên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin dibe barek mezin.

Tenê nedana xerca dibistanê an nedana pirtûkên dersê nayê wê wateyê ku perwerdehiya belaş e. Divê mesrefên qirtasîye û heqên serwîsan jî ji bo malbatên kêm-dahat werin vegirtin.

Bi vê minasebetê careke din sala nû ya xwendinê pîroz dikim û hêvîdar im sala nû ya xwendinê ji bo xwendekar, mamoste û dêûbavên me bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)