Li Pakistanê otobûs ji rê derket: 43 birîndar

Li wîlayeta Xeyber-Pextunwaya Pakistanê otobûsek ji rê derket, 43 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 11.09.2023 15:55:35 / Güncelleme: 11.09.2023 15:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li herêma Qoxistana wîlayeta Xeyber-Pextunwayê pêk hat.

Li gorî medyaya welat otobûsekî ku ji bo biçe Îslamabadê li herêma Gilgit-Baltistanê, ji ber lezçûnê ji rê derket û qeza kir.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 43 kesan birîndar bûn. Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)