Ji Efxanistanê banga mizakereyê

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Emîrtiya Îslamê ya Efxenistanê ve hat destnîşankirin, ji ber rageşiya ku di sînorê Pakistanê de qewimîye, deriyê torkhamê wek yekalî girtin. Hat îfadekirin ev rewş zirarê dide têkiliyên di navbera her du cîranan de û ji bo muzakereyê bang li Pakistanê hat kirin.

Ekleme: 11.09.2023 15:45:32 / Güncelleme: 11.09.2023 15:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku di navbera Efxenistan û cîranê wê Pakistanê de rageşi derket, ji teref Efxenistanê ve banga mizakereya dîplomatîk hat dayin.

Ji teref Wezareta Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê ve beyana niviskî hat weşandin. Di beyanê de hat îfadekirin, pevçûna di sînor de qewimîye ev e ku leşkerên Pakistanê êrîşê leşkerên Efxenistanê kirinin.

Hat destnîşankirin, deriyê Torkhamê yê di sînor de ji ber vê yekê hêj nehatiye vekirin. Ev yek jî zirarê dide têkiliyên herdu cîranan.

Di beyanê de weha hat îfadekirin: “Girtina deriyê Torkhamê dibe ku zirarê bide têkiliyên dualî û herêmê. Dibe ku zirarê bide tîcareta herdu welatan. Ji ber vê yekê gelek rêwî di sînor de mahsûr man.”

Hat îfadekirin, ji ber vê yekê bi sedan kamyon di sînor de hatinin sekinandin. Efxenistanê ji be rev rewşê bi mîlyonan Efxanî zerarê dîtiye.

Di beyanê de weha hat gotin: “Mixabin Pakistanê qerarên ku di çerçoveya hiqûqa navnetewî de girtibû, taahudên xwe bi cîh neaniye. Ji ber vê yekê mesafe xistin navbeyna xwe û birayên xwe yên Efxan.”

Ji teref wezareta Efxansitanê ve ji bo çareseriyê, banga mizakereyê li Pakistanê hat kirin.

Di dawiya beyanê de weha hat îfadekirin: “Çareseriya ji bo vê pirsgirêkê wê ji hedu welatan jî feydeyê bide.” (ÎLKHA)