Wezîrê Tenduristîyê Koca: Em ji bo birayên xwe yên Mexrîbê amade ne

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca ku derheqê erdheja li Mexrîbê rû da de daxuyanîyek da û weha got, “Em ji bo birayên xwe yên Mexrîbê amade ne. Ekîbên me yên UMKE û UMKE ATAKê yên ku 40 kes in ji bona ku li herêmê bên wezîfedarkirin di hazirîyê de hatine sekinandin.”

Ekleme: 11.09.2023 10:30:33 / Güncelleme: 11.09.2023 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, destnîşan kir ekîbeke 40 kesî a UMKEyê ji bo erdheja li Mexrîbê amade ye.

Koca di hesaba xwe ya medyaya civakî de weha got: “Em ji bo birayên xwe yên Mexrîbê amade ne. Ji teref wezareta me ve ji bo erdheja ku di mezinahîya 7an de li bajara Marekeşa Mexrîbê rû da dest bi gotûbejan hat kirin; ûnîteyên midexeleya lezgîn, jeneratoran, amûrên tibbî, dermanan û cîhazên tibbî hatine amadekirin. 40 endamên UMKE û UMKE ATAKê yên ku perwerdehîya travmayê girtine ji bona ku bên wezîfedarkirin di hazirîyê de tênê sekinandin.” (ÎLKHA)