• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Wezîrê Tenduristîyê Koca: Em ji bo birayên xwe yên Mexrîbê amade ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, destnîşan kir ekîbeke 40 kesî a UMKEyê ji bo erdheja li Mexrîbê amade ye.

Koca di hesaba xwe ya medyaya civakî de weha got: “Em ji bo birayên xwe yên Mexrîbê amade ne. Ji teref wezareta me ve ji bo erdheja ku di mezinahîya 7an de li bajara Marekeşa Mexrîbê rû da dest bi gotûbejan hat kirin; ûnîteyên midexeleya lezgîn, jeneratoran, amûrên tibbî, dermanan û cîhazên tibbî hatine amadekirin. 40 endamên UMKE û UMKE ATAKê yên ku perwerdehîya travmayê girtine ji bona ku bên wezîfedarkirin di hazirîyê de tênê sekinandin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir