UNESCO derheqê asta nivîsandin û xwendinê raporek weşand

Digel ku di van salên dawî de hejmara kesên ku xwendin û nivîsandinê zêde bûbe jî hêj li ser rûyê cîhanê bi milyonan însan hene ku bi xwnedin û nivîsandinê nizanin. Derbarê vê yekê de ji teref unescoyê ve raportek hat weşandin.

Ekleme: 08.09.2023 14:35:38 / Güncelleme: 08.09.2023 14:35:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser rûyê cîhanê her ku diçe hejmara kesên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin kêm dibe.

Derbarê vê yekê de ji teref rêxistina çand, zanist û perwerdehîyê ya neteweyên yekbûyî ve  raporek hat weşandin.

Di rapora ku hat weşandin de hat destnîşankirin sala çûyî hejmara wan kesên ku li ser rûyê cîhanê bi xwendin û nivîsandinê nizanin 773 milyon kes bûye.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin îsal hejmara wan kesên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin li gorî sala çûyî 8 milyon kêm bûye û hejmara wan kesên ku nizanin bi xwendin û nivîsandinê nizanin daketiye 763 milyonan.

Li gorî raporê nivê wan kesên ku nizanin bi xwendin û nivîsandinê li Asya Rojhilat û Başûrrojhilar dijîn. (ÎLKHA)