UNESCO derheqê asta nivîsandin û xwendinê raporek weşand
Digel ku di van salên dawî de hejmara kesên ku xwendin û nivîsandinê zêde bûbe jî hêj li ser rûyê cîhanê bi milyonan însan hene ku bi xwnedin û nivîsandinê nizanin. Derbarê vê yekê de ji teref unescoyê ve raportek hat weşandin.
Li ser rûyê cîhanê her ku diçe hejmara kesên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin kêm dibe.
Derbarê vê yekê de ji teref rêxistina çand, zanist û perwerdehîyê ya neteweyên yekbûyî ve raporek hat weşandin.
Di rapora ku hat weşandin de hat destnîşankirin sala çûyî hejmara wan kesên ku li ser rûyê cîhanê bi xwendin û nivîsandinê nizanin 773 milyon kes bûye.
Di berdewama raporê de hat diyarkirin îsal hejmara wan kesên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin li gorî sala çûyî 8 milyon kêm bûye û hejmara wan kesên ku nizanin bi xwendin û nivîsandinê nizanin daketiye 763 milyonan.
Li gorî raporê nivê wan kesên ku nizanin bi xwendin û nivîsandinê li Asya Rojhilat û Başûrrojhilar dijîn. (ÎLKHA)