Ukrayna: Di êrîşa fuzeyê ya ku li Kostantinivka hat lidarxistin de 16 kes mirin

Ukrayna, daxuyand ku di encama êrîşa fuzeyî ya ku ji teref Rûsyayê ve ji Kostantinivkayê re hat kirin de 16 kesan mirin.

Ekleme: 06.09.2023 17:45:34 / Güncelleme: 06.09.2023 17:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê bûyerê de ji teref Wezareta Parastin a Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di nava rojê de terotîsên Rûs bi fuzeyên balîstîk êrîşî Kostantinivka li herêma Donetskê kirin. Heta niha 16 kesan mirine gelek kesan jî birîndar bûne. Xebatên xelaskirina sîvîlan hêj berdewam dike.”

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski jî derheqê bûyerê de weha got, “Li Kostantinivka herêma Donestkê di encama bombebarandina Rûsyayê de herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest dan. Terorîstên Rûs êrîşî, bazarekî normal, dikan û dermanxaneyekî kirin û însanên mesûm kuştin. Dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. Li dinyayê jî hemû kes ji van tiştan re bêdeng dimînin. Tişteke xerab, tişteke nebaş ya neînsanî ye. Ji hemû kesên ku hezkirîyên xwe winda kirine re sersaxîyê dişînim. Xerabûna Rûs di dema herî kurt a îmkan heye de divê bê têkçûnkirin.” (ÎLKHA)