Li Burkîna Fasoyê li dijî leşkeran êrîş: 53 mirî, 30 birîndar

Li Burkîna Fasoyê, di encama êrîşa ku mirovên çekdar lidarxistin de 17 leşker û 36 mîlîsên dildar canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.09.2023 15:35:32 / Güncelleme: 06.09.2023 15:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajaroka Koumbrîya wîlayeta Yatengaya bakurê welat pêk hat.

Li gorî xeberên ku ji medyaya mehellî hatine bidesxistin, ji teref mirovên çekdar yên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve ji leşkeran re êrîş hat kirin.

Di êrîşê de 17 leşker û 36 dildarên sîvîl canê xwe ji dest dan, 30 endamên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Ji bona mirovên êrîşdar bên qefaltin jî xebat hat destpêkirin.

Li Burkîna Fasoyê ji destpêka pevçûn û êrîşên di sala 2015an heta niha de bi hezaran însan canê xwe ji dest dan, ji du milyonî zêdetir însan jî ji cîhê xwe bûn.

Li welat ji ber nerazîbûnên sîyasî di navbera komên çekdar û leşkeran de tim û tim pevçûn pêk tê. (ÎLKHA)