Li Brezîlyayê bahoz: 22 mirî

Li başûrê Brezîlyayê bahozeke tund tesîrdar bû, di encama bahozê de 22 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.09.2023 12:35:34 / Güncelleme: 06.09.2023 12:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku bi tevî bahozê baraneke tund jî tesîrdar bû.

Li gorî medyaya welat li wîlayeta Rio Grande do Sulê 21, li wîlayeta Santa Catarinayê jî 1 kes canê xwe ji dest dan. Hat daxuyandin mirovekî yê ku canê xwe ji dest daye personelê lêgerîn û xelaskirinê ye.

Ji ber barîna barana zêde çem jî heta 20 metreyî rabûn, ji ber vê yekê lehî û rabûneke ava mezin pêk hat. (ÎLKHA)