Mîdîbûs ket nav çem: 23 birîndar

Li Muxlayê, mîdîbûsa serwîsê gêrê çem bû û di encama qezayê de 23 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 05.09.2023 13:40:31 / Güncelleme: 05.09.2023 13:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Taxa Konacika navçeya Bodrumê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mîdîbûsa ku di bin îdareya A.V. de bû, li Bûlwara Atatirkê ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê çem bû.

Di encama qezayê de 23 kesên ku di nav mîdîbûsê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)