Li Madagaskarê îzdîhema stadyûmê: 12 mirî, 80 birîndar

Li Madagaskarê, di bernameya vekirina “Leyîstikên Grav a Okyanûsa Hîntê” de ketina nav stadyûmê ya di eynî demê de bû sedema îzdîhamê, herî kêm 12 kesan mirin, 80 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.08.2023 14:15:31 / Güncelleme: 26.08.2023 14:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîr Christian Ntsay, daxuyand ku di îzdihema ku mirovên dixwestin beşdarî Leyîstikên Grav a Okyanûsa Hîntê bibin û di eynî demê de ketine nav stadyûmê pêk hatîye de herî kêm 12 kesan mirin, 80 kesan jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku 50 hezar mirov di eynî demê de xwestine ku bikevin nav stadyûmê.

Ji Leyîstikên Grav a Okyanûsa Hîntê re sporvanên ku ji welatên Morityus, Seyşeller, Yekîtîya Komorlar, Mayotte, Reunion û Maldivleran hatine beşdarî dibin.

Bernameya ku cara yekem di sala 1977an de hatibû lidarxistin ji 4 salan carekî ve tê tertîpkirin û ew ê ev bername jî heta 3yê Îlonê bidome. (ÎLKHA)