Wezîr Hakan Fîdan, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hat cem hev

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan qebûl kir.

Ekleme: 24.08.2023 15:15:28 / Güncelleme: 24.08.2023 15:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de pêwendîyên dualî hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdanê ku doh hinek ji bo ziyaretan çûbû Bexdayê îro derbasî Herêma Kurdistanê bû.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan li Hewlêrê ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat qebûlkirin.

Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên dualî û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di hevdîtinê Barzanî destnîşan kiriye ew ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweş e  û ew girîngîyê didin temamê gavên ku dê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê de di warê ewlehî, îqtîsad û ticaretê de bên avêtin.

Her wisa hat diyarkirin di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan jî destnîşan kiriye Tirkîye ehemmîyeteke zêde dide pêwendîyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê û welatê wî amade ye ku temamê pêwendîyên xwe zêdetir.

Piştî hevdîtina ku bi Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat kirin re Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan û lijneya pêre ji teref Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û îdarevanên herêma kurdistanê ve hatin pêşîwazîkirin.

Di hevdîtîna ku di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan de hat kirin de  gelek meseleyên mîna; meseleya bazirganî, neft û terorê hatin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtina ku hat kirin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan daxuyanîya hevpar a çapemenîyê dan.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat dayîn de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  ji ber hatina Fîdan kêfxweşîyên xwe anî zimên û weha got:

“Ez ji dil û can bi xêrhatinê didim Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan. Ev ziyareta ku hatiye kirin destnîşan dike ku ew ehemîyetê didin pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin ji bo her du alîyan jî bi feyde be. Me di hevdîtinê de pêwendîyên di alî yên her du terefan xeber da. Bi heman awayî me meseleya ewlehîyê ya li herêmê jî xeber da. Em hêvî dikin ji bo em karibin bi temamê probleman û bûyerên terorê mucadele bikin pêwendîyên me berdewam bikin.”

Di heman hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan jî nirxandinan kir û weha got:

“Ji ber mazûvantîya ku ji me re tê kirin ez dixwazim ji birêz Serokwezîr re teşekkur bikim. Ji ber ku ez hatime Hewlêrê ez kêfxweş im. Me her tim ehemmîyet daye pêwendîyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re. Me serê şeveqê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û niha jî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê dikin. Me di hevdîtinên xwe de geşedanên herêmî, pêwendîyên dualî û meseleya terorê xeber da. Weke ku hûn dizanin ji bo em ji belaya terorê xelas bibin gelek karê me hene. Weke ku hûn jî dizanin  me vê meseleyê hal kir. A niha rêxistina terorê PKK xwe vedişêre. Bi izna Xwedê em ê bi hev re vê vîrusê paqij bikin.”

Hat ragihandin ew ê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan bi serokê berê yê herêma Kurdistanê mesûd barzanî re hevdîtin bike. (ÎLKHA)