Berxwedêrên Filistînî di nav 24 seatan de 22 çalakîyan lidarxistin

Berxwedêrên Filistînî, li Şerîaya Rojava û Qudsê li dijî sîyonîstên îşxalker û şênîyên cihûyîyan di nav 24 seatan de 22 çalakîyên berxwedanê lidarxistin. Şênîyekî cihûyî ya îşxalker birîndar bû.

Ekleme: 23.08.2023 16:45:33 / Güncelleme: 23.08.2023 16:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî rapora ku ji teref Navenda Agahîya Filistînê ve hatîye amadekirin û weşandin, di nav 24 seatên dawîn de bi tevî astengkirina êrîşan û çalakîyên bi çekan 22 çalakîyên berxwedanê hatine bidestxistin.

Dema ku îşxalkerên sîyonîst li bajara Cenînê êrîş lidarxistin, ji teref berxwedêran ve ji wan re gule hatin reşandin û ew balafireke bêînsan xistin xwarê.

Berxwedêrên Filisînî yên ku êrîşên cihûyîyên îşxalkeran asteng dikin; li dijî sîyonîstên ku cîhên kontrolê danîne an jî êrîşê bajarên Ramallah, El Xelîl, Nablus, Kalkîlya, Tulkerem û Cenînê kirin 13 çalakîyan lidarxistin.

Xeyn ji van agahîyan cihûyîyeke îşxalker li bajaroka El-Fundaya Kalkîlyayê ji teref berxwedêran ve hat birîndarkirin. (ÎLKHA)